Hoşeng Derwêş: Divê Amerîka û Rûsya sînorekî deynin ber êrîşên Tirkiyê
Nûnerê Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) yê li Silêmaniyê Hoşeng Derwêş li ser zêdebûna gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir, divê Amerîka û Rûsya sînorekî deynin ber êrîşên Tirkiyê.
Hoşeng Derwêş ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand, Tirkiyê asta şerê xwe kiriye şerê dronan û got: “Her roj bi dronan li wesayîtan dixe, kesên sivîl şehîd dixe, serkirdeyên xweseriyê û kadro û leşkerên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dike armanc.”
Derwêş diyar kir, Erdogan dixwest li Tehranê lembeya kesk bibîne ji bo êrîşkirina Rojavayê Kurdistanê û got: “Lembeya kesk nedît, loma dixwaze asta şerê xwe ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi dronan bike û bi hawinan bike.”
Nûnerê MSDê yê li Silêmaniyê Hoşeng Derwêş diyar kir: "Divê Amerîka û Rûsya sînorekî deynin van êrîşên dronên Tirkiyê, ku di wan êrîşan de xelkê sivîl jî şehîd dikin."
