• Monday, 16 February 2026
logo

Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir

Gulan Media November 5, 2018 Nûçe
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê yên ser Îranê îro serê sibehê dest pê kir û weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihandiye, di dîroka xwe de dê cezayên herî giran ên Amerîkayê be.



09:15 Ruhanî: Divê Amerîka fêm bike ku bi zimanê gef û guvaşê bi me re neaxivin







Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di yekem karvedana destpêkirina qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê de ragihand: “Divê Amerîka fêm bike ku bi zimanê zorê, guvaşê, gef û dorpêçan bi gelê mezin ê Îranê re neaxive. Bi zordestî li hember gelekî mezin ê bi dîrokeke kevn a ferhengî rawestiyane û her roj hincetek çêdikin ku ev ji bo gelê me nayê qebûlkirin.”



Hesen Ruhanî pêngavên Amerîkayê weke guvaşek li ser xelkê Îranê bi nav kir û got: “Îro karê ku Amerîka dike zextek li ser xelkê ye û ne ti cihekî din e. Îro ne tenê em ji siyasetên Amerîkayê bi hêrs in, hikûmet û kompaniyên Ewropî û cîhanî jî hêrs bûne.”



Ruhanî got: “Ez bawer nakim di dîroka Amerîkayê de kesekî ku ev qas li dijî yasa û rêkarên navdewletî hatibe Koşka Spî. Dibe ku min jibîr kiribe, lê hemûyan binpêkirinên wan ên yasayî hebûye, evanên niha di lûtkeya binpêkirinan de ne.”



09:00 Mercên Amerîkayê bo encamdana rêkeftineke nû li gel Îranê



1- Eşkerekirina hemû hûrgiliyên bernameya atomî ya Îranê û rêdana bi ajansa enerjiyê ya atomî ji bo lêgerîn û pişkinîna welat.



2- Rawestandina meyandina uranyumê ji aliyê Îranê ve.



3- Rêdana ji ajansên navdewletî re ji bo pişkinîn û lêgerîna her rawestgeheke atomî li Îranê.



4- Rawestandina berhemanîna mûşekên balîstîk û her mûşekeke ku şiyana wê ya hilgirtina kumikên atomî hebe.



5- Azadkirina hemû zindaniyên Amerîkî û welatiyên ku nasnameya wan a hevpeymanên Amerîkayê heye.



6- Rawestandina piştgiriya "çend komên terorîst li Rojhilata Navîn".



7- Rawestandina piştgiriya Talîban û El Qaîde û "komên din ên terorîst".



8- Rawestandina piştgiriya Supaya Quds a di nav Supaya Pasdaran de.



9- Asayîkirina reftarên Îranê yên dijî Îsraîl û welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn.



10- Jiholêrakirina çekên Heşda Şeibî ya li Iraqê.



11- Rawestandina piştgiriya Husiyên Yemenê.



12- Vekişîna ji Sûriyê û vekişandina Supaya Pasdaran a Îranê ji wî welatî.





08:50 Pompeo: Dorpêçên me cezayên herî giran in







Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo tenê çend saet berî destpêkirina qonaxa duyem a destpêkirina cezayên ser Îranê ragihand, ku dorpêçên wan, cezayên herî giran in li dijî mezintirîn piştevanê terorê yê li cîhanê.



Mike Pompeo got: “Ew dorpêçên ku dest pê dikin, dorpêçên herî giran in li dijî Îranê, ku armanca wan jî kurtkirina destê mezintirîn piştevanê terorîzmê ye li cîhanê. Rejîmek ku di du hefteyên derbasbûyî de rêberî li operasyona terorê li dilê Ewropayê kiriye. Berî destpêkirina van dorpêçan me karî hinardekirina petrola Îranê di rojekê de bo milyonek bermîl kêm bikin, ku ez bawer im dê ji vê jî zêdetir dakeve.”



Pompeo diyar kir: “Ez bi eşkere bibêjim. Ji meha Gulanê û ragihandina Serok Trump bo vekişîna me ji rêkeftina atomî ya li gel Îranê, bi sedan kompaniyên Ewropî ji Îranê reviyan. Hemû cîhan fêm kiriye ku ew ceza reha geşepêdana terorê ya ji aliyê Îranê ve hişk dikin. Herwiha derfetek jî ji xelkê Îranê re jî dide ku guhertinên ku di rejîma Îranê de dixwazin, encam bidin.”





08:40 Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê, sektora petrolê ya Îranê kiriye armanc



Armanca Amerîkayê di sepandina xula duyem a dorpêçan de daxistina qebareya hinardekirina petrola Îranê ye.



Berî niha di meha Tebaxa îsal de gera yekem a dorpêçên ser Îranê hatibû cîbicîkirin, ku sektora banka, pîşesazî, çavkanî û sektora otomobîlên wî welatî girtibû. Lê belê di qonaxa duyem a cezayan de, peywendiyên bankayên Îranê dê zêdetir bibin armanc û Amerîka dixwaze peywendiyên Îranê li gel cîhanê qut bike. Bi vî awayî jî hemû dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê ku ji sala 2012an ve li ser Îranê hatibûn sepandin, cardin hatin vegerandin.



Yekem zirara mezin a dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê xerakirina sektora banka û darayî ya wî welatî bû, ku wisa kiriye peywendiyên bankayên Îranê li gel cîhanê qut bibe û Îran nikare karê bazirganî li gel welatên din encam bide.



Rudaw
Top