• Monday, 23 February 2026
logo

Iraq: Em dê bi Pêşmerge re sînoran kontrol bikin

Iraq: Em dê bi Pêşmerge re sînoran kontrol bikin

Şandeke pilebilind a ewlekarî û leşkerî ya Iraqê serdana çend xalên sînorî yên parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê kir. Serokê şanda bilind ragihand ku armanca wan ew e ku mezinahiya belavbûna Tirkiyê bizanin û bi hemahengî ligel Pêşmerge planeke berfireh ji bo kontrolkirina sînorê navbera Iraq û Tirkiyê pêk bînin.

Şandeke pilebilind a ewlekarî û leşkerî ya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Operasyonên Hevbeş û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sînorî roja Sêşemê serdana çend cihên parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir.

Di heman dema ku şandeya pilebilind a ewlekarî û leşkerî ya Iraqê serdana deverên sînorî yên li Duhokê kir, firokeyên Tirkiyê çend cih li deverên çiyayî yên Duhokê bombebaran kirin.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemmerî ji Rûdawê re got, “Me lêkolîn li ser hebûna hêzên Tirkiyê li nav xaka Iraqê kir. Me hûrgiliyên cihên cografî dîtin. Sînor pir fireh e û divê rê were vekirin. Li gel birayên Pêşmerge planeke me ya berfireh heye ku tê de karekî hevbeş di navbera Pêşmerge û Fermandariya Giştî ya Hêzên Sînorî de heye bo kontrolkirina sînor û danîna xalên çavdêriyê yên leşkerî li ser sînorê Tirkiye û Iraqê.”

Welatiyê ji gundê Hirûre Hacî Hesen diyar ku ew zêdetirî salekê ye nikare kîlometreyekê jî ji gundê xwe derkeve, ji ber ku weke ku jiyana wan di metirsiyê de ye û berdewam derdora gundê wan tê topbarankirin û bombebarankirin.

Hacî Hesen got, “Ev ne yek û du caran in, heger em bibêjin gund di xeterê de ye, niha ji berê baştir e lê bi Xwedê şeva borî topek hat û tam 100 metre dûrî mala me ket, em nikarin zêdetir biçin.”

Zêdetirî 80 xalên çavdêriyê li parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi dirêjahiya zêdetirî 150 kîlometreyan hatine danîn.

 

Rudaw

Top