• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê behsa bernameya hikûmeta nû kirin

Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê behsa bernameya hikûmeta nû kirin

Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson Richardson kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Mark Bryson Richardson  behsa rewşa siyasî ya Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û bernameya hikûmetê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime benameya hikûmeta nû ya Îraqê li ser esasê destûrê û li gor prensîbên lihev kirin, hevbeşî û hevpariyê be.

Balyozê Brîtanyayê rixmî nirxandina topbaran kirina devera Zaxoyê hevdem ev yek anî ziman ku Brîtanya piştîvaniya aramiya Kurdistan û Îraqê dike.

Nirxandina rewşa Sûriyeyê mijareke din ya vê civîna han bû.

Top