Demîrtaş: Min ti pereyek ji Qendîlê wernegirtiye
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di roja duyem a 15emîn rûniştina doza dosyeya bûyerên Kobanê de axivî û rexne li proseya darizandinê girtin. Demîrtaş bersiva wan îdiayan jî daku çend rojnameyên Tirkiyê digotin ku wî ji bo propagandeya hilbijartinê ji Qendîlê pere wergirtine û got “Eşkere ye ku ev yek derew in û tiştek wiha di belgeyên dosyeyê de nîne. Ji ber nêzîkbûna hilbijartinan bo desthilatê çi pêwîst e? Divê em bên têkdan. Ji ber vê yekê jî operasyonekê li dijî me dimeşînin. Ev yek dê bi nêzîkûna hilbijartinan berdewam bike.”
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve girtiyê siyasî û ligel hejmareke berpirsên partiya xwe di çarçoeveya Doza Kobanî tê darizandin, îro 26ê Temûza 2022ê bi rêya sîstema deng û reng (SEGBÎS) beşdarî 15emîn rûniştina wê doze bû ku li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê birêveçû û derbarê proseya doze û awayî darizandina xwe û hevalên xwe de axivî.
Yek ji mijarên ku li navxweyê Tirkiye û derve bûye sedema karvedanan dema zîndanîkirin û hukmê li ser Demîrtaş e ku ji çend dosyeyên cuda tê darizandin. Selahattîn Demîrtaş derbarê vê yekê de got “Tişta ku tê cîbîcîkirin ne yasa ye. Em bi kirdarî girtî ne. Min ji Dosyeya Kobanî demê girtîbûnê derbas kiriye. Di dadgehên Asliyeyê de demê zîndaîkirinê 18 meh in lê em hêj jî di hinder de ne. Min di 20emîn meha girtîbûna xwe de jî ev got. Girtîgeha Edîrneyê got dadgeha Esliyeyê demê girtîbûna min cibîcih nekiriye û got ku ez ji ber endamtiya terorê girtî me. Dema min pirs kir ku ez dê ji ber bûyerên Kobanî kingî girtî bimînim û derket holê ku ev prose ne hiquqî ye bûyerên Kobanî jî xistin çarçoveya tawanên terorê.”
Demîrtaş ragihand ku bi piştrastî dê rojekê hiqûq li Tirkiye serwer bibe û wê demê ez dê eşekere bikim ku çi karek neyasayî di vê dosyeyê de hatiye kirin û got jî: “Ez ew belgeyên ku hatine red dikim. Ez daxwaz dikim ku hemû şahidhal li vir bên guhdar kirin.”
Demîrtaş di dozê de li ser wan îdiayên ku derbarê wî de di çend medyayên Tirkiye de belavbûne jî axivî ku dihat gotin ku wî ji bo propagandeya hilbijartinê 16 milyon dolar ji Qendîlê wergirtine û got:” Di rojên borî de rojnameyên Yenîşafak û Hûrriyet dû manşetên bi navên “ji Qendîlê bo Demîrtaş 16 milyon dolar derxistin”. Eşkere ye ku ev yek derew in û tiştek wiha di belgeyên dosyeyê de nîne. Rojnameya Yenîşafakê di bin vê nûçeyê de wêneyê min, Cemîl Bayik û Merdan daniye. Zelal e ku ev yek derew e, lê ji ber nêzîkbûna hilbijartinan bo desthilatê çi pêwîst e? Divê em bên têkdan. Ji ber vê yekê jî operasyoneke li dijî me dimeşînin. Ev yek dê bi nêzîkûna hilbijartinan berdewam bike.”
Demîrtaş herwiha dibêje “Rojnameya Huriyetê nûçe weke 16 milyar dolar daye. Parêzerên min gotin ku 1 milyar dike barhilgirek pere, wê demê diviyabû ku 16 barhilgir pere ji min re hatiban. Ez pereyê xwe dixwazin. Ez ji Huriyetê pereyê xwe dixwazim. Tu Ahmet Hakan î kî yî? Pereyê min bide.”
Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza bûyerên Kobaniyê de li gel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.
Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, weke hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan. Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.
Rudaw
