• Monday, 23 February 2026
logo

Derbarê parlamentera BDPê de biryar hat dayîno

Derbarê parlamentera BDPê de biryar hat dayîno

 Komîsyona Dadweriya Destûrî ya Hevbeş a Parlamentoya Tirkiye biryar da ku parêzbendiya Parlamentera Amedê û Hevseroka Giştî ya DBPê Salihe Aydeniz bê rakirin.

Komîsyona Hevbeş ku ji Komîsyona Dadê û Komîsyona Destûra Bingehîn pêk tê, roja Sêşembê 26ê Temûza 2022an derbarê rakirina parêzbendiya Parlamentera DBPê ya Amedê Salihe Aydeniz de civiya. Cîgira Serokê Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş û çend parlamenterên din ên HDPê beşdarî civînê bûn.

Serokê Komîsyona Hevbeş Abdullah Guler berî civîn destpê bike medyakar ji salonê derxistibûn û ev jî bûbû sedema nerazîbûna parlamenterên HDPê. Li gor agahiyan komîsyonê 5 fezlekeyên  derbarê Aydeniz de xistine dengdanê û bi dengên AKP, MHP û IYI Partiyê biryara rakirina parêzbendiya wê hatiye dayîn. Herwiha HDP û CHP jî dengê “na” bikar anîne.

Piştî biryarê heta 28ê vê mehê derbarê biryarê de dê belgeyek bê nivîsandin û ligel hevdîtinên komîsyonê wek raportekê di Cotmeha 2022ê de li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bê gotûbêjkirin û biryara herî dawî bê dayîn.

Roja 12ê Hezîranê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan hatibû sazkirin. Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDP û polîsan de derketibû û di nav aloziyê de şerê Saliha Aydeniz û polîsekî çêbû. Ev jî bûbû sedema nerazîbûnê.

 

 

Rudaw

Top