Binyamîn Netanyahu ji cezakirina Îranê kêfxweş e
Amerîka xwe amade dike qonaxa duyem ya cezayan bi ser Îranê de bisepîne. Tê gotin ew ceza dê ji sibê (5 Mijdarê) ve bi fermî bikevin piratîkê.
Yek ji wan welatên ku sepandina cezayên bi ser Îranê de kêfxweş û şa ye, Îsraîl e. Ji ber ku Îran gelek Îsraîlê bi tinekirinê tehdîd dike. Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu bi peyamekê ev şahî aniye ziman û gotiye: Serok Trump! Ez spasiya te dikim ji ber ku bi rastî dorpêç vedigerin…”
Piştî ku Amerîka ji rêkeftina etomî ya bi Îranê re derketibû, cezayên ku ji ber rêkeftinê hatibûn betalkirin, dîsa aktîf bibûn. Qonaxa yekem ya wan cezayan piştî derketina Amerîka ji rêkeftinê hatibû sepandin. Qonaxa dudiyan jî dê ji sibê ve dest pê bike û herî zêde sektora nefta Îranê hedef bigire.
Basnews
