• Monday, 16 February 2026
logo

PYD: Helwesta Amerîka li hember êrişên Tirkiyê ne cidî ye

Gulan Media November 4, 2018 Nûçe
PYD: Helwesta Amerîka li hember êrişên Tirkiyê ne cidî ye
Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo li ser êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî ji K24ê re ragihand, armanca Enqerê ji van êrîşan ew e, tim rêxistinên terorê wek DAIŞ û Nusrayê nûjen bibin.

Derbarê helwesta Amerîka li hember êrîşên Tirkiyê jî, Sîhanok Dîbo got, heta niha ti helwesteke cidî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatiye raberkirin. Tiştê girîng bûye ew e, gerên hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê li seranserî sînor hatine encam dan, lê ev yek tenê têrê nake ku li pêş dagîrkeriya Tirkiyê bigire.

Sîhanok Dîbo amaje bi wê yekê kir, ji bo rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê, Rêveberiya Xweser di warê berxwedan û dîplomasî de tedbîrên standine. Kurd li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê bûye lîstikvanekî sereke û hîna hin kart di destê Rêveberiya Xweser de hene ku dikare bikar bîne.

Şêwirmendê hevserokatiya PYDê diyar kir jî, heger rewş wiha dewam bike, ne tenê kirîza Sûriyê çareser nabe, lê pêşeroja Sûriyê dê perçebûn be. Lê heger li Rêveberiya Xweser mikur bê û ew cihê xwe di Desteya Danûstandinan û Komîteya Destûrî de bigire, wê dema çareserî dê destpê bike.

Basnews
Top