• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamentera HDPê: Di nav du rojan de canjidestana du girtiyan ne îşkence be, çi ye?

Parlamentera HDPê: Di nav du rojan de canjidestana du girtiyan ne îşkence be, çi ye?

Parlamentera HDPê Fatma Kurtulan li ser canjidestdanên bi gûman ên di girtîgehan de got, “ Di nav du rojan de li girtîgehê 2 kesan canê xwe ji dest dan lê li gor Wezîrê Dadê yê Tirkiyê îşkence nîne, wê demê ev çi ye?”

Parlamentera HDPê ya Mersinê û di heman demê de Endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirov ya Parlamentoya Tirkiyê Fatma Kurtulan 25ê Temûza 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag etîket kir û derbarê mirinên ên li girtîgehan nerazîbûn nîşan da.

Li gor peyama Kurtulan roja Yekşembê 24ê Temûza 2022ê li Girtîgeha Tîpa E ya parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê girtiyekî bi navê Mehmet Yilmaz yê 25 salî li cihê xwe şûştinê mirî hatiye dîtin û ji aliyê rêveberiyê hatiye îdîakirin ku xwe kuştiye.

Kurtulan dibêje, “21ê Temûzê  li 2emîn Girtîgeha Amedê Kadri Ekici, 24ê Temûzê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê Mehmet Yilmaz canê xwe ji dest dan. Di navbera du rojan de 2 kesan li girtîgehê canê xwe ji dest dan lê li gor @bybekirbozdag “îşkence nîne”. Ev “xwekuştin” ne îşkence bin çi ne?”


Kadri Ekici yê 25 salî jî 22ê Temûza 2022ê li 2emîn Girtîgeha Ewlekariya wê zêde ya Amedê di odeya yek kesî de mirî hatibû dîtin û rêveberiya girtîgehê ji malbatê re gotibû ku wî xwe kuştiye. Lê li gor malbat dibêje berî sê rojan bi telefonê ligel wî axivîne û her tişt asayî bûye.

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirov a Tirkiye (ÎHD) li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2021ê de 13 girtiyan xwe kuştiye, 5 girtî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane û sedema mirina girtiyekî jî nehatiye diyarkirin. Di 2022an de jî hatiye îdîakirin ku 6 girtiyan xwe kuştiye û 12 girtiyan jî bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane.

 

Rudaw

Top