CENTCOMê ji bo Cîgira Mazlûm Ebdî bi Tirkî peyama sersaxiyê belav kir
CENTCOMê ji bo Fermandara Giştî ya Odeya Operasyonên Hevbeş a Hêzên Hevpeymanan û HSDê û her wiha Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) a ku 22ê Tîrmehê di êrîşa droneke Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest dabû, bi Tirkî peyama sersaxiyê weşand. CENTCOMê di peyama bi Tirkî de destnîşan kir ku Selwa Yûsif "serkirdeyeke girîng a HSDê bû ku di şerê li dijî DAIŞê de pêşengtiya hêzan dikir."
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh Yekşemê ji bo Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) a ku di êrîşa droneke Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest dabû, bi Îngilizî peyama sersaxiyê weşandibû lê îro Duşemê li ser hesabê xwe yê bi Tirkî yê Twitterê bi zimanê Tirkî jî peyama sersaxiyê belav kir.
Rudaw
