• Monday, 23 February 2026
logo

Peyamek ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Peyamek ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya 13emîn salvegera ragehandin û beşdariya Tevgera Gorran a di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, peyamekî pîrozbahiyê ji Tevgera Gorran re şand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji Tevgera Gorran re ragehand: ‘’Bi boneya 13emîn salvegera ragehandin û beşdariya Tevgera Gorran a di proseya siyasî de, pîrozbahî li hemû endam û berpirs û alîgirên Tevgera Gorran dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û rijdbûna li ser deskeft û pirsên niştimanî ji we re dixwazim.

Herwaha got: ‘’Hêvîdarim Tevgera Gorran wek aliyekî giring ê pêkanînerê kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel aliyên din ên beşdarên hikûmetê, zêdetir hemaheng û hewkar bin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, karnameya çaksaziyê baştir bicîh bike û zêdetir xizmetê ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê re bike û paşerojekî geştir ji bo gelê Kurdistanê ava bike.

 

Basnews

Top