• Monday, 16 February 2026
logo

Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana Kobanî kir

Gulan Media November 3, 2018 Nûçe
Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana Kobanî kir
Piştî topbaran û gulebarana Artêşa Tirkiyê di çend rojên derbasbûyî de ji gundewarên herêma Kobanî re, şandeke Hevpeymaniya Navdewletî bi hejmarek wesayîtên serbazî seredana bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê kir.



Li gorî çavkaniyên taybet bi Rûdawê, îro şandeke Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştiya Amerîka seredana Kobanî kir û li gel berpirsên Rêveberiya Xweser civiya.



Li gorî ku tê gotin, şanda Hevpeymaniya Navdewletî dê bi serpereştiya Amerîkayê li Kobanî bimîne û dê çavdêriya êrîşên Tirkiyê li ser sînorê Kobanî û Rojavayê Kurdistanê bike.



Beriya heftiyekê û heta niha, rojane Artêşa Tirkiyê gundên Kobanî bi gule û topan dike armanc û heta niha 2 şervanên Erkê Xweparastinê jiyana xwe ji dest dane, û çend welatî birîndar bûne, herwiha gelek ziyan gihiştiye mal û milkê welatiyên gundên Kobanî.

Rudaw
Top