Li Mehabadê jinek ji aliyê zilamê xwe ve hat kuştin
Li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî jina xwe kuşt û ji polîs re jî got, xwe kuştiye!
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, roja 23 vê mehê jineka 27 salî bi navê Befrîn Resûlî li bajarê Mehabadê ji aliyê zilamê xwe ve hat kuştin.
Li gorî agahiyan, zilamê wê jinê destpêkê bi qamçiyan lê dabû paşê xeniqandibû û termê wê jî daliqandibû. Telefona polîs kiribû û gotibû, jina min xwe kuştiye!
Lê piştî lêpirsînê hat zanîn ku jina han ji aliyê zilamê xwe ve hatiye kuştin, loma zilamê hat girtin.
Basnews
