Nêçîrvan Barzanî: Ev êrîşên han peyameke gelek metirsîdarin
Derbarê êrîşên duhê bişev yên DIŞIê de peyamek weşand.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşên duhê bişev yên DIŞI yên bo ser artêşa Îraqê, polîs û hêzên çekdar peyamek weşand.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsandiye ku ev êrîşên duhê bişev yên DIŞIê yên li Bexda, Diyale, Kerkûk û Selahedînê peyameke gelek metirsîdare.
Nêçîrvan Barzanî herwiha nivîsandiye ku zêde bûna liv û tevgerên terorîstan û zêdetir bûna êrîşên wan metirsiyeke rastîne li ser ewlekarî û aramiya deverê ku pêdiviye bi cidî li ser were rawestandin û bersifa pêwîst ya wan were dayîn.
Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de nivîsandiye: Bo rûbirû bûna wan êrîşan lazime hemahengiyeke berfiretir di navbera artêşa Îraqê, hêzên çekdar, hêzên pêşmerge û dezgehên ewlekarî yên di navbera her du aliyan de hebe. Herwiha lazime hevkariya navnetewî bo Îraq û herêma Kurdistanê bo vê mebestê jî berdewam be.
Serokê herêmê herwiha nivîsandiye ku rewşa niha ya Îraqê hevkarî, hemahengî û karê hevbeş ji tevahiya pêkhate û aliyan daxwaz dike daku, bikaribin bihevre rûbirûyê qirîz û astengiyan bibin û welat ji vê rewşa han rizgar bikin.
Jiber ku ev alozî û qirîzên han bûne sedema bihêz bûna DIŞIê.
Serokê herêmê di dawiya peyama xwe de sersaxî daye malbetên kuştiyan û hêviya başûna bilez jî bo birîndaran xwestiye.
Weke tê zanîn duhê bişev DIŞI li çend cîhên curbicur yên Îraqê êrîş kiriye û di encam de herî kêm 7 leşker û çekdarên Îraqî hatine kuştin û 20ên din jî birîndar bibûn.
