Pisporekî serbazî: PKK ji Bakur reviyaye Başûr û Tirkiye jî ketiye dû
Pisporekî serbazî dibêje, PKK ji roja ku hatiye damezirandin ve heta niha ziyanê dide kurdan û ti xêra wê bo kurd û Kurdistanê nebûye.
Pisporê serbazî, Germiyan Selahedîn li ser xirabkariyên PKKê li Başûrê Kurdistanê ji BasNewsê re got, gelek gund û cihên geştiyarî li Herêma Kurdistanê ji ber PKKê kavil û vala bûne. Cihê şerê PKKê ne vir e, Bakurê Kurdistanê ye. Ew ji wir reviyane û hêzên Tirkiyê jî ketine dû wan, ji ber wê jî berdewam di bin êrişa firoke û topxaneyên Tirkiyê de ne.
Germiyan Selahedîn her wiha got, PKK li Rojavayê Kurdistanê çi dike! Tenê bûye sebeba dagîrkirina navçe û bajarên kurdan ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Sûriyê ve. Niha jî behaneyan dide destê Tirkiyê da ku derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bibe.
Wî pisporê serbazî her wiha got, PKK ji aliyê dewletên herêmî ve li dijî kurdan hatiye avakirin û wek kompaniyekê ji aliyê wan ve tê bikaranîn bo veguhestina madeyên hişber û bazirganiya çekan û şerê bi wekalet.
Basnews
