Erdogan PKKê bi êrîşkirina ser Perexê tohmetbar dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser êrîşa 20ê Tîrmehê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê got: “Êrîşa Duhokê wek êrîşên berê yên PKKê bû.”
Recep Tayyip Erdogan îro duşemê 25ê Tîrmehê di hevdîtineke televîzyonî de li ser êrîşa havîngeha gundê Perexê yê ser bi Zaxoyê got: “Êrîşa Duhokê wek êrîşên berê yên PKKê bû. Me ev yek ji birayên xwe yên li Iraqê re got, ji daxuyaniyên ku hûn didin agahdar bin. Em nikarin li hember hevalên xwe tiştekî wiha bikin, lê ev yek ji çalakiyên asayî yên rêxistina terorê ye.”
Roja çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn, ku piraniya wan xelkê naverast û başûrê Iraqê bûn.
K24
