• Monday, 23 February 2026
logo

Bexda- Dê û bavek ji ber firotina keça xwe bi 10 hezar dolarî hatine girtin

Bexda- Dê û bavek ji ber firotina keça xwe bi 10 hezar dolarî hatine girtin

Dê û bavek li Bexdayê bi tawana firotina keça xwe bi 10 hezar dolarî li gor yasaya bazirganiya mirovan hatiye girtin.

Di vê çarçoveyê de, îro roja duşemê 25.07.2022, Wezareta Navxwe ya Iraqê daxuyaniyek derbarê wê tawanê de belav kir, ku wêneyekî wê gihîştiye destê BasNewsê û tê de dibêje: 10 hezar dolar difroşin jineke ku karê bazirganiya mirovan jî dike.

Herwiha dê û bav li devera Mensûriye ya Bexdayê di kemînekê de hatin girtin û li xwe mikur hatin ku keça xwe bi pereyan firotiye, dadwerê lêkolînê li gorî xala 6 a yasaya bazirganiya mirovan biryara girtina wan da.

 

Basnews

Top