202 kesan piştgirî dan banga Demirtaş a çekdanîna PKKê
202 rewşenbîr, rojnamevan û hunermendan piştgiriya banga Selahattin Demirtaş a “çekdanîna PKKê” kirin.
Siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, di hevpeyvîneke xwe de gotibû; “Ez dixwazim PKK çekan deyne.”
Di nav de Akin Birdal, Ali Nesin, Ertugrul Gunay, Fikri Saglar, Lale Mansur û Zulfu Livaneli 202 rewşenbîr, rojnamevan û hunermendan bi nameyekê ragihandin; “Em bangên Selahattin Demirtaş ên derbarê pirsa Kurd û danîna çekan de girîng, hêja û ji dil dibînin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Em nêrînên Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ên derbarê pirsa Kurd û çareseriya wê de, ku di her du hevpeyvînên xwe yên dawî de bang kir, ‘bila tundûtûjî ji siyasetê bê dûrxistin’ û çek bên danîn girîng, hêja û ji dil dibînin.
Em di serî de serokên 6 partiyan bang li hemû partiyên siyasî û aliyan dikin, wek berpirsên HDPê çendîn car gotine, ji bo pirsgirêkên me bi rêya hiqûq û demokrasiyê bên çareserkirin û civaka me bi hemû cudahiyan di nav aştiyê de bijî, bila piştgiriya hewldan û daxuyaniyên aştiyane bikin. Bo nirxandin û pêzanîna civakê bi rêz pêşkêş dikin.”
Demirtaş, di hevpeynîna xwe ya meha Temûzê de, gotibû “Divê ji bo aştiyê dewlet û PKK ji tundûtûjiyê dûr bisekinin û ez dixwazim PKK çekan deyne.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtiye, roja 17ê Tîrmehê di hevpeyvînekê de ji bo T24 diyar kiribû ku ew dixwaze PKK dest ji çekan berde û gotibû, “Eger bibe ez dixwazim PKK li beramberî Tirkiyê bi giştî dest ji çekan berde, lê mixabin li pêşiya vê yekê du astengî hene.”
Demirtaş derbarê têkiliya navbera HDPê û PKKê de jî gotibû, “HDP ne berdevk, berdewamî an jî alîgirê PKKê ye û peywendiya HDPê ligel PKKê nîne.”
Rudaw
