Agir bi daristanên 4 parêzgehên Tirkiyê ket
Li çar parêzgehên Tirkiyê agir bi daristanan ket. Piştî hewldanên tîmên agirvemirandinê, şewatên li daristanên 3 parêzgehên Aydin, Mêrsîn û Uşakê hatin kontrolkirin, lê li parêzgeha Kutahyayê agir hêj berdewam e.
Doh 24ê Temûzê piştî nîvro di navbera gundên Kurecî û Samrik ên parêzgeha Kutahyayê de ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket. Agirê li daristanê heta niha berdewam e û nehatiye kontrolkirin.
Li ser agahdarkirinê ji bilî otomobîlên agir vemirandinê yên bejahî, helikopter û balafirên agir vemirandinê yên esmanî jî bo navçeyên agir hatin şandin.
Tîmên agir vemirandinê bo kontrolkirina agir li ser karûbarên xwe berdewam in, lê agir heta niha nehatiye kontrolkirin.
Rêveberê Hêrêmî yê Daristanê yê Kutahyayê Birol Dundar ragihand û tîmên wan li herêmê ne û xebatên agir vemirandinê berdewam in.
Her doh 24ê Temûzê li navçeya Didimê ya ser bi parêzgeha Aydinê ve jî, ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ket. Piştî çend demjimêran agir hat kontrolkirin. Hat ragihandin ku di encama agir de 50 donim daristan şewitî ye.
Herwiha li parêzgehên Mêrsîn û Uşakê jî heman rojê agir bi daristanan ket û li her du parêzgehan piştî xebatên tîmên agir vemirandinê agir hatin kontrolkirin.
Li Tirkiyê di sala 2022an de çendîn bûyerên agirê daristanan li parêzgehên Antalya, Çanakkale, Manîsa, Hatay, Mugla, Kutahya, Mêrsîn, Îzmîr û Edenê çêbûne ku di wan de 5,415 hektar daristan şewitîne. Herwiha di wan bûyerên agirê daristanan de 59 kes jî birîndar bûne.
Di sala 2021an de jî li 53 parêzgehan agir bi 299 daristanan ketibû û 178 hezar hektar daristan şewitîbûn.
Rudaw
