TEVDEM: Şewqa kesk ji bo êrîşa Tirkiyê hatiye pêxistin
Aldar Xelîl ragihand, ku ewê bi hemû karînên xwe çalakiyan bikin daku Amerîka neçar bikin, ku bi helwesteke piraktîkî li ser vê mijarê rabe.
Li gel biryara Tirkiyê bi firekirina êrîşên xwe li dijî YPG û destpêkirina êrîşan li Rojhilatê Firatê û bi taybet li gundewarê Kobanê. HSD weke karvedanekê, êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê rawestand û daxwaza helwesteke navdewletî kir.
Herwiha di wê hevdîtinê de, Aldar Xelîl her yek ji Tirkiye û Rûsya tometbar kir, ku wan pilana kontrolkirina Efrînê danîn, daku pêwendiyên Eqera û Şamê xweş bikin û got: Em hêvîdar in carek din danûstendinên me bi Rêjîma Sûryê re destpê bikin.
Basnews
