Erdogan dê seredana Fransayê bike
Di navbera Dewletên Îtilafê û Almanyayê da di 11ê mijdara 1918an da agirbes hatibû îmzekirin û ji bo vê rojê gotibûn “Roja Agirbestê”. Ji bo salvegera 100î ya “Roja Agirbestê” ya “Şerê Cîhanê yê Ewil” bi dawî kiribû li Parîsa paytextê Fransayê ew ê merasima bibîranînê were lidarxistin.
Di vê çarçoveyê da di mersima ew ê bi malxwedîtiya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê were lidarxistin da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew ê Tirkiyeyê temsîl bike.
Serokên 80 welatan ew ê beşdarî merasimê bibin û di nav wan serokan da Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladîmîr Pûtînê Serokê Rûsyayê jî hene.
Foruma Aştiyê ya Parîsê ew ê cara ewil were lidarxistin, Erdogan ê jî beşdarî forumê bibe, li bendê ne ku Erdogan hevîdtinên dualî jî bike.
Tê texmînkirin ku Serokomar Erdogan di dema ziyaretê da bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û serokên din ra hevdîtinan bike.
Basnews
