• Monday, 16 February 2026
logo

HDP êrîşên ser Kobanê şermezar dike

Gulan Media November 1, 2018 Nûçe
HDP êrîşên ser Kobanê şermezar dike
dibêje tirkiye dixwaze bi wan êrîşan qirîzên navxweyî veşêre
Îro, 1'ê Mijdarê ji sala 2014'an vir ve wek Roja Kobanê ya Cîhanî tê pîroz kirin.

Li gor nûçeyeke voayê di salvegera vê rojê de, Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê daxuyaniyek dan û êrîşên Tirkiyê yên Kobanê şermezar kirin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşîde Toprak û parlamanterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari ku daxuyanî xwend, got ku berxwedana Kobanê jibo Kurdan dîrokeke taybet e.

“Hikûmet hem di sîyaseta navxweyî, hem ya derve de ketiye nav tengahîyeke mezin û dixwaze van êrîş û gefan, di hilbijartinên heremî de bo berjewendîya xwe bikar bîne.”


Top