Şarazayekî Leşkerî: Çekdarên PKKê li kuderê bin ew navçe seqamgiriyê nabîne
Şarazayekî leşkerî radigehîne ku PKK ji dema hatî damezrandin heta naha, bi navê berxwedanê ti serkeftinek ji bo gelê kurd li Bakurê Kurdistanê û ti parçeyekî din jî tomar nekiriye. Berevajî wê PKK li kuderê be li wê navçeyê zarok revandine û Tirkiye kêşaye wê navçeyê û ew navçe hatiye bombebaran kirin.
Şarazayê leşkerî Germiyan Selahedîn ji BasNewsê re ragehand, PKK wek grubekî çekdarî bi salane di bin navê berxwedanê de şer li gel Tirkiyê dike, lê carekî jî serkeftî nebûye û ti destkeftek ji bo gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bidest neaniye. Herwaha got: ‘’PKK li kuderê be li wî cîhî zarok revandine, gund hatine vala kirin, ji aliyê Tirkiyê ve bomberan pêkhatiye û leşker kêşaye wê deverê. Ji bo nimûne, di wan du salên borî de gelek cîhên geştyariya Herêma Kurdistanê, ji ber tevgera çekdarên PKKê ji Bakurê Kurdistanê reviyane, ji aliyê Tirkiyê ve bûne armanc. Leşker anîne wan deverên navçeyên Herêma Kurdistanê û herwaha Rojavayê Kurdistanê jî.’’
Herwaha diyar kir, naha PKK grubekî pêlîstoka (kûkla) herêmî ye û dijî kurd tê bikaranîn. Û got: ‘’PKK bi hemû bask û aliyên xwe ve zêdetir ji 4 welatên herêmê heye û ji aliyê şeş welatên navnetewî e tê birêve birin. Wek kompanya û şîrketekî veguhestina madeyên qedexe û çek û şerkirina bi wekalet a herêmî ye. Di milmilaneyên navnetewî de tên bikaranîn û şerê bi wekalet bi wan dikin. Ti xizmetekî wan ji bo doz û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê nekiriye.’’
Germiyan Selahedîn got: ‘’Ew dijmintiya PKK li hember kurdan dike, berdewam xwîn û kuştin li dû xwe aniye. Ji ber PKK ne partiyekî kurdî ye û ji aliyê welatên herêmê ve dijî mafên rewa yên gelê Kurdistanê hatiye ava kirin.’’
Şarazayê leşkerî got, wek belge ji bo wan gotinan jî pêwîstî bi xwandina zêde ya dîrokê nake, nimûneya naha kantonên Rojavayê Kurdistanê ye û roj bi roj radestî Enqere û Şamê dikin. Herwaha kişandina artêşa Tirkiyê bo kûrayiya axa Rojavayê Kurdistanê û sînorên li Herêma Kurdistanê bi serê xwe belgeyên ku bes e û ‘’Herî dawiyê jî bûyera geştyarên li Perex a Zaxo diyar dikin û ew guman rast in. raste Tirkiyê rasterast tometbar e, lê wek nimûneyên din an jî bombebaranên din ên ku li devera Silêmanî û navçeya geştyariya Kunemasî eger em muqayese bikin, ma çi karê PKKê heye ma ji bo geştê hatine û çek rakirine. Yan di bin navê tevgera dijî dewleta Tirk de kar dikin? Kunemasî û sînorê Silêmanî li kuderê ye û Tirkiye li kuderê ye? Ew hemû belgeyên rast û waqiî ne.’’
Basnews
