• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê: Topbarana Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin

Wezîrê Derve yê Iraqê: Topbarana Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin

Wezîrê derve yê Iraqê ragehand, topbarana devera Perex ya Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.

Wezîrê derve yê Iraqê, Fuad Husên îro di civîna parlementoya Iraqê de, ku taybet li ser topbarana devera Perex ya Zaxo hatibû lidarxistin, got, zanyariyên di destê me de nîşan didin ku topbarana Perexê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.

Roja 20 vê mehê artêşa Tirkiyê seyrangeha Perex ya Zaxo topbaran kir. Di wê topbaranê de 9 geştiyarên Iraqî hatin kuştin û nêzîkî 30 geştiyar jî birîndar bûn.

Heta niha Tirkiyê qebûl nekiriye ku topbaran ji aliyê artêşa wî welatî ve hatiye kirin. Tirkiye wê êrişê davêje stûyê PKKê.

 

Basnews

Top