• Monday, 23 February 2026
logo

Nêrînên Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li ser rêkeftina hinartina genim

Nêrînên Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li ser rêkeftina hinartina genim

Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê li Stenbolê bi beşdariya Sekreterê Neteweyên Yekbûyî rêkeftina hinartina genim îmze kirin.

Volodymyr cotkarekî bajarê Mykolayv yê başûrê Ukraynayê ye. Ew dilxweş e ku berî ku zeviya wî bi agirê şer bişewite, karî genimê xwe bi selametî bidirû.

Tiştê ku cotkar Volodymyr nîgeran dikir ew bû ku ji ber girtina benderan kes genimê wî nekire û keda wî ya salekê bi avê de here.

Cotkar Volodymyr Muzechuk got, “Gava ku benderan dixebitîn, hêsantir bû, û bihayên genim bilindtir bûn.”

Rûsya û Ukrayna roja Înê li Stenbolê bi Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî re rêketin îmze kirin ku benderên Ukraynayê ji bo şandina genim û genim berbi bazarên cîhanê vekin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêşwazî li rêkeftinê kir û got, îmzeya Moskowê tohmetên Rojava red dike ku digotin Rûsya xwarinê wek çek bikar tîne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman, “Rûsya dê bi dilsozî erkên xwe yên di çarçoveya vê peymanê de bi cih bîne. Bikaranîna xwarinê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve ji bo maceraya jeopolîtîk nemirovî ye û nayê qebûlkirin.”

Nikol Petrov pisporê siyaseta Rûsyayê ye. Ew gumanê ji axftinên Lavrov dike û bawer dike ku ev rêkeftin dikare pir kurt be.

Pisporê siyaseta derve ya Rûsyayê Nîkol Petrov got, “Ez difikirim ku peyman bi giştî pir nazik e. Ji ber çend sedeman her dem dikare were betal kirin, an jî Rûsya dikare ji bi hêceta çend sedeman rawestîne.”

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê vê rêkeftinê bi erênî pêşwazî dikin. Washington bang li Rûsyayê dike ku bi lez rêkeftinê cîbicî bike û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî dibêje Neteweyên Yekbûyî ji garantîkirina cîbicîkirinê berpirsiyar e.

 

Rudaw

Top