Trump û Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, vê êvarê di navbera Erdogan û Trump de peywendiyeke telefonî hat encamdan.
Hat ragihandin ku di peywendiya telefonî de li ser mijarên dualî, pêşhateyên Sûriyê û li ser Minbic û Idlibê gotûbêj hatiye kirin.
Serokên herdu welatan li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên Amerîka û Tirkiyê, tekezî li ser pêngavên avaker kirine û li ser wê yekê li hev kirine ku di pêvajoya dahatû de him di mijarên dualî de û him jî di mijarên herêmî de ji nêz ve di peywendiyê de bin.
Hat diyarkirin ku Recep Tayyip Erdogan di gotûbêjê de êrişa ku li bajarê Pittsburgh li dijî kenişta Cihûyan hatiye kirin, şermezar kir û sersaxiya malbatên kuştiyên bûyerê û xelkê Amerîkayê xwest û ji birîndaran re jî şîfaya bilez hêvî kir.
Rudaw
