• Monday, 23 February 2026
logo

Petrola Rojhilata Navîn kete cîhê petrola Rûsyeyê

Petrola Rojhilata Navîn kete cîhê petrola Rûsyeyê

Ev petrola han bi rêya xeta petrolê ya Misirê tê veguhastin.

Ajansa blomberg raportek derbarê hinarde kirina petrolê ji Rojhilata Navîn bo Ewrûpayê belav kiriye.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku weke bersifdana dorpêçên Ewrûpa û cîhanê yên dijî Rûsyeyê, Rûsye jî hinarde kirina petrola xwe bo Ewrûpayê kêm kiriye û welatên Ewrûpî jî bo dabîn kirina pêdiviyên xwe berê xwe dana Rojhilata Navîn.

Di raportê de ev yek hatiye eşkere kirin ku petrola Siûdiye û Îraqê niha şûna petrola Rûsyeyê li Ewrûpayê girtiye û ev petrola han bi rêya xeta petrolê ya Misirê bo Ewûrpayê tê veguhastin.

Di beşeke din ya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku niha hinarde kirina petrola Rojhilata Navîn bo Ewrûpayê ji sedî sed zêde bûye.

 

Top