• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye: Me nexşerêyek Destûrî bo pirsgirêkan amade kiriye

Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye: Me nexşerêyek Destûrî bo pirsgirêkan amade kiriye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, wan bo pirsgirêkên asêmayî yên Hewlêr û Bexdayê nexşerêyek Destûrî amade kirine.

Qasekî beriya niha serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê û ji aliyê wezîrê derve Fuad Husên û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser armanca serdana xwe bo Bexdayê twîtek belav kir û ragehand, ew bo çareserkirina pirsgirêkên ku 17 sal e nehatine çareserkirin, çûne Bexdayê.

Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn, wan bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nexşerêyek Destûrî amade kirine û ew çareserî û nexşerê dê xizmeta seranserî welêt bike, Herêma Kurdistanê jî.

 

Basnews

Top