3 şervanên HSDê di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku 3 şervanên HSDê yên duh di êrîşa droneke Tirkiyê ya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dane.
Duh (22.07.2022) droneke Tirkiyê li nêzî xaleke kontrolê ya li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî otomobîlekî êrişek pêk anî bû.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di êrişa duh ya bi dronê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de diyar kir yên ku jiyana xwe ji dest dane endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Dije-Terorê (YAT) ne.
Li goriya daxuyaniya HSDê nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Selwa Yûsif bi nasnava Jiyan Tolhildan ji Efrînê
Cana Hiso bi nasnava Roj Xabûr ji Dirbesiyê
Rûha Beşîr bi nasnava Barîn Botan ji Şehbayê
Rudaw
