• Monday, 16 February 2026
logo

HSD: Me tirimbîleke artêşa Tirkiyeyê ji nav bir

Gulan Media November 1, 2018 Nûçe
HSD: Me tirimbîleke artêşa Tirkiyeyê ji nav bir
HSD dibêje me tirimbîleke leşkerî ji nav biriye
Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li hember êrîşên Tirkiyeyê mafê wan e bersiva êrîşên dewleta Tirkiyê bidin û di vê çarçoveyê de îro me tirimbîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê ji nav biriye.

Fermandariya Giştî ya HSDê di wê derbarê de belav kir û ragihand, di dema HSDê şerê li dijî DIŞIê dike, artêşa Tirkiyê hemû perensîpên şer binpê dike û êrîşî li ser baregehên me yên li sînorê bi Tirkiyê re dike.

Du roj in, hêzên Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.
Top