NY dixwaze çek ji Hizbullahê bê wergirtin
Sekreterê giştî yê NYê Antonio Gutteres raportek pêşkeşî encûmena asayîşa navnetewî kir û di raporta xwe de ragehand, Hizbullaha Lûbnanê dikare welat ber bi şerê navxweyî ve bibe.
Antonio Gutteres daxwaza bêçek kirina Hizbullaha Lûbnanê kir û ragehand, dewleta Lûbnanê xwedî desthilat nîne ku bikare serweriya xwe li ser hemû welat ava bike, ji ber Hizbullah xwedî çekekî zêde ye.
Hizbullah milîsên şîe yên Lûbnanê ne û Hesen Nesrullah serokê wê yê giştî ye. Herwaha Îran jî piştevaniya darayî û leşkeri bo Hizbullahê dike.
Waar.tv
