• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Îtalyayê hilweşiya

Hikûmeta Îtalyayê hilweşiya

Li Parlamentoya Îtalyayê, Serokwezîr Mario Dragi biryara xwe ya zehmet da û dest ji kar kişand û hikûmet hilweşiya.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Dragi, anî ziman, “Bi liberçavgirina dengdana duh êvarî ji aliyê Parlamentoyê ve, daxwazê dikim ev rûniştin bê bi dawî anîn. Ji ber ku niha diçim aliyê serokê welat û biryara xwe ji wî re dibêjim.”

Piştî ku roja 14ê Temûzê Partiya Pênc Stêrk bo pesendkirina projeyasayekê Parlamento boykot kir. Mario Dragi got yekitiya niştîmanî lawaz bûye û ew dest ji kar dikişîne.

Tevî ku Serokkomarê Îtalyayê Serciyo Matarela nameya destjikarkişana Dragi îmze nekir û daxwaz kir ku kar li ser bingeha piraniya dengên parlamentoyê bike, di rûniştina 20ê Tîrmeh a Parlamentoyê de Partiya Pênxc Stêrk, Lîg  û Hêz bo Îtalyayê, ew rûniştin boykot kirin.

Ji ber wê di dawiyê de destjikarkêşana Dragi hat pesendkirin û biryara hilweşandina hikûmetê hat dayîn.

Serokkomarê Îtalyayê Serciyo Matarela got, “Her wek bi fermî hatiye ragihandin min hilweşandina hikûmetê pesend kir, ji ber wê li gor destûrê di demê 70 rojên bê de dive hilbijartin bê kirin.”

Hilbijartina pêşwext a Îtalyayê di 25ê Îlonê de yan jî 2ê Cotmeha îsal de bê kirin.

Matarela jî daxwaz ji Dragî kir weke serokwezîrê demkî heta qonaxa dawî ya hilbijartinê berdewam be. Ji niha ve rapirsî nîşan didin aliyê hevpeymaniya Tûndrew a Rastgir ya Birayên Îtalyayê piraniya dengên Parlamentoyê bi dest dixin.

 

Rudaw

Top