Kazimî û serkirdeyên siyasî: Nabe nakokiyên Tirkiyê li Iraqê bên çareserkirin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi her du serokatiyên din, serokên partiyên siyasî û nûnerên wan re civiya û li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê gotûbêj kirin û teqez kirin, “Nabe nakokiyên Tirkiyê û grûpên çekdar li Iraqê bên çareserkirin.”
Roja Pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022an Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, her sê serokatî, serkirdeyên partiyên siyasî û nûnerên wan li ser vexwandina Serokwezîr Mistefa Kazimî civiyan.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa ewlehiyê ya ji ber êrişên Tirkiyê ya li parêzgeha Duhokê hat gotûbêjkirin û hat diyarkirin ku Kazimî hûrgiliyên helwest û pêşhatên siyasî û meydanî û pêşhatên ku ji bo parastina serweriya axa Iraqê hatine standin gotûbêj kirine.
Kazimî her wiha qala pêngavên dîplomatîk û giliya ku dê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî were kirin jî kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, beşdaran teqezî li ser rêzgirtina ji bo Iraqê û prensîbên cîrantiyê û nehîştina her êrîşekê li dijî welatekî cîran di nav sînorên Iraqê de kirin û hat ragihandin, “Beşdarên civînê red kirin ku Iraq bibe qada çareserkirina nakokiyên di navbera komên çekdar ên neqanûnî û artêşa Tirkiyê de.”
Her wiha hat destnîşankirin ku beşdaran ji hikûmetê xwestine ku hemû tedbîran bigire da ku ev binpêkirin dubare nebin.
Rudaw
