Parlamentoya Kurdistanê îro civîna xwe ya dawî ya gera çarem saz dike
Cîgira Duyem a Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Bêgerd Talebanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: Gera çarem a parlamentoya Kurdistanê di rewşeke nexweş û neasayî re derbas bû, ew jî bûye sedem ku kêmtirîn projeyasayan pesend bike, bi corekê ku ji 309 biryar û projeyasayên ku pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin, 31 ji wan bûne yasa, ku du ji wan jî piştî pejirandinê, bo parlamentoyê hatine vegerandin.
Bêgerd Talebanî herwiha hêvî dike, ku xûla pêncem a parlamentoyê weke xûla çarem nebe û dûr be ji lîstikên siyasî û parlamenter jî bi awayekê profesyonel karê xwe bikin.
Talebanî got: “Hêvî dikim ku me hemûyan waneyek ji demên bihorî wergirtibe, û ya ku qewimî, di xûla çarem de dubare nebe û parlamento rola xwe ya rasteqîn bibîne.”
Xûla çarem a parlamentoya Kurdistanê bi daneyan:
Di xûla çarem de parlamentoya Kurdistanê 131 civîn lidar xist û 309 projebiryar û projeyasa pêşkêşî parlamentoyê hatin kirin.
Ji wan, 206 projebiryar û projeyasa xwendina yekem ji wan re hat kirin û 103 projebiryar û projeyasa jî hêj xwendina yekem ji wan re nehatiye kirin.
Herwiha 33 projebiryar û projeyasa bûne yasa û piştre du ji wan bo parlamentoyê hatine vegerandin. Vegerandina herdu projeyan jî ji ber hinek kêşeyên yasayî û herwiha nerazîbûna raya giştî li ser wan herdu projeyan bûye, ku ya herî giring projeyasaya çaksaziya di mûçe û xannişîniyê de ye.
Herwiha di xûla çarem de, parlamenteran 826 pirs ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsîne, ku hikûmetê bersiva 524 pirsan daye û 302 pirsên din bi sedemên cur bi cur bersiva wan nehatiye dan.
Di heman xûlê de, parlamenteran 70 serdanên fermî li ser navê şanda parlamentoya Herêma Kurdistanê bo derveyî welat enca dane û li hember wê yekê jî, ji derv eve 200 serdan bo parlamentoya Kurdistanê hatine kirin.
Dest ji kar berdana Yûsif Mihemed
Piştî xwepêşandan û aloziyên di destpêka meha Cotmeha sala 2015 li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ku çend kes têde canê xwe ji dest dan û çend baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatin şewitanin, PDKê bi fermî Tevgera Goranê bi handana xelkê bo encamdana xwepêşandanê û tundûtîjiyê tohmetbar kir, ji ber wê yekê jî PDK bi awayekê yekalî rêkevtina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmetê li Goranê hilweşand.
Bi biryara Polîtboruya PDKê, roja 12ê Cotmeha 2015, hêzên ewlekariyê li xala kontrolê ya Pirdê, rê li vegera Yûsif Mihemed serokê wê demê yê parlamentoya Kurdistanê bo Hewlêrê kir û wezîrên Tevgera Goranê jî ji hikûmetê hatin tohmetbarkirin.
Yûsif Mihemed roja (26-10-2018) li Girê Zergete li Silêmaniyê îsîtfaya xwe ragihand û di konferanseke rojnamevanî de ragihand: Piştî rizamendiya Civata Niştimaniya Tevgera Goranê, îro ez bi awayekê yekcarî destjikarberdana xwe ji posta serokê parlamentoyê radigihînim.
Rudaw
