• Monday, 23 February 2026
logo

HDP: Komkujiya li Zaxoyê Roboskiya duyemîn e

HDP: Komkujiya li Zaxoyê Roboskiya duyemîn e

HDPê di daxuyaniya xwe ya derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirk a li Zaxoyê de got “Berpirsiyarê vê qetlîama ku wê weke duyemîn komkujiya Roboskî bikeve dîrokê, di aliyê siyasî û hiqûqî de desthilat e. Ev komkujî di heman demê de tê wateya êrîşa li ser serweriya welatekî din jî.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirk ya li navçeya Zaxo ya Duhokê de daxuyaniyek da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de wiha got:

Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirk a li ser gundê Perex ku yek ji deverên geştyarî yê bajarê Zaxo yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye, welatiyên Ereb û Kurd ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtine 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de yên giran birîndar jî hene dermankirina 20 kesan berdewam e. Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji malbatên wan û gelê me re sersaxî û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Weke ku tê zanîn berê jî li cihên sivîl ên weke Şingal û Mexmûrê bi heman rêbazan sivîl hatin qetilkirin. Herî dawî di êrîşa 26ê Gulanê ya li Bamernê de 2 jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî rapora ku ji aliyê Ofîsa CPT ya Kurdistana Iraqê ve hatiye amadekirin, ji sala 2015an û vir ve di serê de Mexmûr û Şingal li dijî gelek bajarên herêmê di êrişên ku desthilata AKPê pêk aniyê de zarok û jin jî di nav de herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Bombebarankirina cihên sivîlan sûcê li dijî mirovahiyê û şer e. Tirkiye jî rasterast alîgirê peymanên navneteweyî ye ku vê yekê qedexe dike ye.

Berpirsiyarê vê qetlîama ku dê weke duyemîn komkujiya Roboskî bikeve dîrokê, ji aliyê siyasî û hiqûqî ve desthilat e. Ev komkujî di heman demê de tê wateya êrîşa li ser serweriya welatekî din jî.

Divê kiryar û biryardar tekez bên darizandin, pêwîstiyên huqûq û mirovahiyê bên bicihanîn. Em weke partiyeke ku ji bo herêm û cîhaneke bê şer û pevçûn têkoşîn dike, careke din tekez dikin ku divê di zûtirîn dem de operasyon û êrîşên leşkerî yên li derveyî sînor bên rawestandin û em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin.

Herwiha ji ber derbaskirina tezkereya di parlamentoyê de ku derî li vê qetlîamê vekir, em li hemberî raya giştî daxwaz dikin ku Serokê Parlamentoyê demildest bi vê rojevê bang li Lijneya Giştî bike ku civîneke awarte pêk bîne.”

 

 

Rudaw

Top