• Monday, 23 February 2026
logo

Çavuşoglu: Me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye

Çavuşoglu: Me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê êrîşa li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de ku tê de 9 kesên sivîl hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûn, got: “Me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: “Li gorî zanyariyên ku min ji hêzên leşkerî yên Tirkiyê wergirtine, me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye.”

Her wiha Wezareta Derve ya Tirkiyê duhî li ser topbarana Zaxoyê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Tirkiye ji bo eşkerekirina rastiyan amade ye ku hemû gavan biavêje.” Û got: “Wisa tê nirxandin ku bi êrîşên bi vî rengî yên ku mirovên bêtawan dikin armanc û çavkaniya wan rêxistina terorê ye.” 

Ev yek di demekê de ye, raya giştî, aliyên siyasî û hikûmî yên navxwe li Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha li ser asta navdewletî jî, tiliyê tometê ber bi Tirkiyê ve dikin û çalakvanan jî li tora civakî jî banga xwepêşandanên berfireh li dijî Tirkiyê dikin.

Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî ya Iraqê şeva borî bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê civîneke bilez dar xist û çend biryar li dijî êrîşa Tirkiyê dan û daxwaz ji Tirkiye kir bi fermî daxwaza lêborînê bike û baregehên xwe yên leşkerî ji tevahiya xaka Iraqê bikişîne.”

Ji aliyê xwe ve jî, Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di daxuyaniyekê de got: “Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin û divê hemû dewlet rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî bigirin.”

 

 

 

K24

Top