Kazimî lijneyeke bilind a ewlehiyê dişîne cihê bombebarana Zaxoyê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî lijneyeke bilind a ewlehiyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên dişîne cihê bombebarana Zaxoyê.
Malpera fermî ya Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar daye lijneyeke bilind a ewlehiyê ya bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên serdana cihê bombebarana gundê Perex a Zaxoyê bike.
Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ragihand, artêşa Tirkiyê îro du caran gundê Perexê bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar in.
Li gorî malpera fermî ya Iraqê, Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş, Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Hêzên Pasevaniya Sînor di nava wê şandeyê de ne û dê di demeke nêzîk de serdana cihê bombebaran bikin.
Li ser bombebaranê herî dawî Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, “8 geştyar berî ku bigihêne nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane ku yek ji wan zarokekî yek salî ye û çar keç û çar kur in. 26 kes jî birîndar in. Sê ji wan ji ber birînên giran ên mêjî û serên xwe hatin şandin bo Duhokê. 6 birîndar niha hewcedarê emeliyatê ne.
Rudaw
