Çiyayê Qereçocê hat kontrol kirin
Boşatiya ewlekarî li vê çiyayê nemaye.
Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê Serokê herêma Kurdistanê Babekir Zirbarî ragihand ku di encama operasiyona îro de, çiyayê Qereçoxê hatiye kontrolkirin û ti boşatiyeke leşkerî û ewlekarî li vê çiyayê nemaye.
Babekir Zêrbarî diyar kiriye ku, operasiyona îro bi hevbeşî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de hatine kirin û di encama operasiyonê de çiya û deverên hesas û steratejîk yên vê çiyayê hatine kontrolkirin û ti boşatiyeke ewlekarî ku DIŞI fêde ji bibîne li vê çiyayê nemaye.
