Sedr: Bila geştên esmanî yên Iraq û Tirkiyê bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin
Muqteda Sedr piştî bombebarana Zaxoyê bang li Hikûmeta Iraqê kir. Muqteda Sedr di bangewaziya xwe de daxwaz kir ku peywendiyên dîplomatîk bêne kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin.
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr pêşniyarên xwe di 4 xalan de destnîşan kir û daxwaz kir ku nûnertiyên dîplomatîk a bi Tirkiyê re were kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin, giliya Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî bi rêyên fermî bê kirin û betalkirina peymana ewlehiyê ya bi Tirkiyê re.
Her wiha Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ez bi tundî binpêkirina serweriya Iraqê û şehîdkirin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê Tirkiyê li Duhokê şermezar dikim.”
Berhem Salih li ser bombebarana gundê Perex a Zaxoyê anî ziman, “Ev metirsî li ser ewlekariya neteweyî ye û êdî nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye rêzê li serwerî û cîrantiya Iraqê bigire û bi ti hincetên ku qanûnên navneteweyî binpê dike, êrîşên wiha dubare neke.”
Artêşa Tirkiyê îro Çarşemê seyrangeheke Zaxo ya ser bi Duhok a Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand ku di bombebaranê de 8 kesan canê xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar in.
