Li Îspanyayê ji ber germê zêdetirî 500 kes mirin
Li Îspanyayê di navbera 9-18ê Tîrmehê de ji sala 1975an vir ve germahiya herî zêde ya li welatî hat tomarkirin. Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand ku ji ber germahiya zêde zêdetirî 500 kes mirine.
Hat ragihandin ku pêla germê ya ku ev 10 roj in li Îspanyayê bi bandor e, bûye sedema mirina herî kêm 500 kesan.
Li gorî nûçeya ku çapemeniya Fransayê dispêre daneyên Saziya Meteorolojiyê ya Îspanyayê (AEMET) weşandiye di navbera 9-18ê Tîrmehê de ji sala 1975an vir ve germahiya herî zêde ya li welatî hat tomarkirin.
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî di daxuyaniyek belav kir û tê de de destnîşan kir ku ji ber germa zêde zêdetirî 500 kes mirine.
Li Îspanyayê zêdetirî 10 rojan e germahiya ku dem bi dem 45 pileyî derbas dikir bûye sedema şewatê û bi hezaran hektar qadên kesk û daristanî şewitîne.
Rudaw
