• Monday, 23 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî bi Fermandarê CENTCOMê re civiya

Mazlûm Kobanî bi Fermandarê CENTCOMê re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk "HSD" ê Mazlûm Kobanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) general Michael Kurilla û şanda pê re kir.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di civîna di navbera her du aliyan de behsa operasiyonên leşkerî û zêdekirina hevkariyên hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de û piştevaniya ji bo aramî û asayîşa navçeyê hat kirin.

HSDê herwiha ragihand, ku metirsiyên zêde yên kampa Holê û girtîgehên ku endamên DAIŞ tê de ne, û pêwîstiya bilindkirina asta hewldanên navdewletî û herêmî ji bo vê dosyayê û kêmkirina metirsiya wê hatin gotûbêj kirin.

HSDê da zanîn ku di hevdîtinê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî metirsiyên ewlehiyê yên ku Tirkiyê li ser navçeyê çêdike û bi taybet bandora wê li ser hewlên şerê li dijî DAIŞê û dosyeyên Holê û zindanan nîşan da.

Li aliyê din Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla jî nerazîbûnên hêzên leşkerî û saziyên hikûmetê yên Amerîka li hember her êrîşeke Tirkiyê li dijî navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.

 

 

Rudaw

Top