• Monday, 23 February 2026
logo

Çekdarên girêdayî Tirkiyê: Em li benda glopa kesk a Erdogan in

Çekdarên girêdayî Tirkiyê: Em li benda glopa kesk a Erdogan in

Çekdarên Opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li benda erêkirina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan in, ji bo destpêkirina êrîşa ser Til Refetê ku yek ji wan du bajarên Bakurê Sûriyê ye ku Erdogan gefa dagirkirina wan dixwe.

Çekdarên ser bi Tirkiyê tenê kîlometreyekê dûrî Til Refetê ne û li derdora Minbicê jî di amadebaşiyê de ne.

Çekdarên wê beşa opozîsyonê ya girêdayî Tirkiyê li benda erêkirina Erdogan in, neyetek ku doh li Tehranê Serokkomarê Îranê û Serokê Rûsyayê razîbûna xwe nîşan nedan.

Çekdarê opozîsyona Sûriyê Subhi Mistefa dibêje "Şeş sal berî niha ligel hezaran şerker em ji gundê xwe ji Til Refetê derketin û li ser çavdêriya eniyên pêş ên partiyên cudaxwaz berdewam bûn. Şeş sal in me navçeyên xwe bi cih nehiştine. Niha me amadekariyên xwe temam kirine û ji bo şer amade ne. Em li benda saeta sifir û biryara destpêkirina şer in. Armanca me ne tenê azadkirina  Til Refet e. Armanca me rizgarkirina Til Refet, Heleb û hemû navçeyên Sûriyê ye ji hemû dijminên Şoreşê û partiyên Kurdî û herwiha sîstema tawankar a Esed e, em ranawestin heta ku hemû xaka Sûriyê rizgar bikin."

Çekdarên ser bi Tirkiyê tenê kîlometreyekê dûrî Til Refetê ne û li derdora Minbicê jî di amadebaşiyê de ne.

Tirkiye bi hinceta dûrxistina PKK û YPGê ji sînorên xwe, pêdagir e li ser kontrolkirina 30 kîlometre bakurê Sûriyê yê hevsînor ligel Tirkiyê.

Doh li Tehranê bi awayekî eşkere ji Serokomarê Tirkiyê re hat gotin ku êrîşeke nû bo ser axa Sûriyê dê zerarê bigihîne Sûriye û navçeyê.

Çekdarê oposîzyona Sûriyê Mihemed Yusif got "Reva me ya ji bajêr ji ber operasyoneke hevbeş a rejîma Esad û partiyên cudaxwaz ên Kurdî bi alîkariya hêzên esmanî yên Rûsyayê bû. Piştî 7 salan û ji sala yekemîn a koçberiya me heta roja îro, artêşa me li eniya Til Refetê ye û li benda saete sifir in."

Ji sala 2016an ve Tirkiyê sê operasyon li nav axa Sûriyê kirine, li Til Refet û Minbic tevî ku ew ji aliyê îdarî ve vegeriyane jêr desthilate hikûmeta Sûriyê, lê hejmareke zêde ya Kurdan li wir heye û operasyoneke nû nîgeraniya koçberberiyê çêkiriye, herwek çawa UN dibêje, ji ber êrîşa Tirkiyê ya sala 2018an bo ser Efrînê zêdeyî 100 hezar kesan koçber bûn.

 

 

Rudaw

Top