Li Xaneqînê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Peyamnêrê Rûdawê li Xaneqînê ragihand, teqîn bi rêya bombekê ku li ser rêyekê hatibû danîn, çêbûye.
Bi gotina peyamnêrê me, teqînê ziyaretkarên merasîma Çileya Îmam Hisên kirine armanc.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha diyar kir, li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 2 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Xaneqîn yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ku ji sala 2003 ve heta nîveya meha Cotmeha 2017ê di bin kontrola hêzên pêşmerge de bû û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihare birêvebirin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ew qeza jî kete bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê.
Rudaw
