• Monday, 16 February 2026
logo

Almanya hevkariya Îraqê dike

Gulan Media October 30, 2018 Nûçe
Almanya hevkariya Îraqê dike
bo ava kirina deverên kontrol kirî dibe
Vê bi qasî 7 miliyon dolaran bide Îraqê.

Programa Xurekê ya Cîhanî (World Food Programme) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku bi armanca pêşkêşkirina alîkariyê ji xelkê deverên kontrolkirî, hikûmeta Almanyayê bi qasî 7 milyon dolar alîkarî pêşkêşî Iraqê dike.

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Alîkarîkirina Iraqê (UNAMI) bi daxuyaniyekê ragihand: “Ev alîkariya hikûmeta Almanyayê dê alîkariya çalakiyên avakirina şiyanên xweragirî û hewldanên başkirina xizmetguzariyan li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Neynewa, bi taybetî li bajarê Mûsilê bike.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Bi rêya vê alîkariya darayî, Programa Xurekê ya Cîhanî dikare çalakiyên avakirina şiyanên xweragirî û başkirina rêyên xizmetguzariyê ji bo 70 hezar welatiyên Iraqê zêde bike. Ev jî bi rêya cardin amadekirina kanalên avê, jêrxana çandiniyê, dahatên berhemanîn û bazaran, tevî dabînkirina rewşeke guncaw ji bo cardin berhemanînê li ser asta takekesî.”

Top