• Monday, 16 February 2026
logo

Firokeyek li Indonesia kete xwarê: 189 kes mirin

Gulan Media October 29, 2018 Nûçe
Firokeyek li Indonesia kete xwarê: 189 kes mirin
Desthilatên Indonesia ragihandin, firokeyeke kompanya “Lion Air” li ser deryê kete xwarê û hemû kesên li ser wê firokeyê bûn, canê xwe jidest dan.

Peyvdarê Ajansa Lêgerîn û Hawarhatinê ya Indonesyayê ragihand, piştî firîna wê firokeyê ji firokxaneya Jakarta Paytex bi 13 xulekan li ser deryê kete xwarê.

Peyvdarê Ajansa Lêgerîn û Hawarhatinê diyar kir, heta niha tenê termê kesekî hatiye dîtin û hemû siwarên din ên firokeyê canê xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Veguhastinê ya Indonesyayê ragihand, 189 kes li ser wê firokeyê bûn, jê 20 kes karmendên firokeyê bûn.

Top