• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê Ukraynayê du karbidestên payebilind bi xiyanetê tawanbar kir

Serokê Ukraynayê du karbidestên payebilind bi xiyanetê tawanbar kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky doz li serokê saziya îstîxbarata wî welatî û dozgerê giştî vekir, ji ber ku bi dizî ji bo Rûsyayê kar kirine.

Serokê Dezgeha Îstîxbaratê Îvan Bakanov û dozger Îriana Venedîktova bi fermana Zelenskî ji ber ku bi dizî ji bo Rûsyayê li dijî welatê xwe xebitîn, ji wezîfeyên xwe hatin dûrxistin.

Li gorî BBCyê, heta niha ew her du karbidest bi fermî ji postên xwe nehatine dûrxistin, lê heta ku dadgeh biryara dawî derbarê dosyaya wan de bide, ji kar hatine dûrxistin.

Bakanov hevalê Zelenskî yê zarokatiyê ye, lê dema dor tê ser îxaneta Ukraynayê, nikare xwe biparêze.

Li gorî delîlên ku Zelensky dane dadgehê, serokê saziya îstîxbaratê tevî 60 kesên din ên di nava ajansê de dixebitin xiyanet li Ukraynayê kirine û ji bo Rûsyayê kar kirine, ev yek nayê efûkirin.

Ev ne cara yekê ye Ukrayna serokê saziya xwe ya îstixbaratê mehkeme dike, di sala 2014an de dema ku Rûsyayê Kirim dagir kir, serokê saziya îstixbarata Ukraynayê Kulinych bi sûcdariya xiyanet û karkirina ji bo Rûsyayê hat darizandin.

 

Basnews

Top