• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Asayîşa avê karê me yê pêşîn e

Mesrûr Barzanî: Asayîşa avê karê me yê pêşîn e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Asayîşa avê karê me yê pêşîn e. Em ji bo îdarekirina vê çavkaniya sirûştî ya giranbiha, ji bo alîkariya xelk û cotkarên Kurdistanê dixebitin.”

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê siyasetê de ji bo girîngîdana çavkaniyên avê, li ser avakirina 9 bendavan li Herêma Kurdistanê, rizamendî nîşan daye.

Li gor biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê her yek ji bendavên Berdesûr, Teqteq, Sartik, Dêrelûk, Bakirman, Mendawa, Basê, Dalge û Xêwate, têne avakirin.

 

K24

Top