• Monday, 23 February 2026
logo

Rûsye huşdarî dide Tirkiyeyê

Rûsye   huşdarî dide Tirkiyeyê

Dibêje nabe pêvajoya çareseriya siyasî têk bibe.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyeyê Yuri Uşakov derbarê operasiyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û têde huşdarî daye Tirkiyeyê.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyeyê Yuri Uşakov ragihand ku Rûsye bi her awayî li dijî operasiyona Tirkiyeyê ye û nabe Tirkiye bi lidarxistina operasiyonê pêvajoya çareseriya siyasî ya li vê herêmê têk bibe.

Ji aliyeke din ve ev çend roje rejîma Sûriyeyê jî hêz û cebelxaneya zêdetir dişîne wan deveran ku tê payîn Tirkiye li dijî wan operasiyonê bike.

Herwiha îro li Tehranê jî civîneke sê alî di navbera Îran, Rûsye û Tirkiyeyê de derbarê Sûriyeyê de tê lidarxistin.

Top