• Monday, 23 February 2026
logo

Termê 100 enfalkiriyên din tên vegerandin

Termê 100 enfalkiriyên din tên vegerandin

Li Başûrê Îraqê bo Kurdistanê têne vegerandin.

Biryare roja 30ê Tîrmehê termê 100 welatiyên Kurd yên Barzanî yên enfalkirî, ji başûrê Îraqê bo Kurdistanê werin vegerandin.

Vê bo vegerandina wan termên enfalkiriyan merasîmeke fermî jî were organîzekirin.

Weke tê zanîn roja 31ê Tîrmehê jî roja enfal kirina Kurdên Barzaniye û her sal termê sedan Kurdên Barzanî yên enfalkirî ji başûr û naverasta Îraqê bo Kurdistanê têne vegerandin.

Di serdema rejîma Besê de bi hezaran Kurdên Barzanî ku piraniya wan jin, zarok û kalemêr  bûne, ji aliyê rejîma Besê ve hatine enfalkirin û heta niha gorên beşeke zêde ji wan nehatine dîtin.

Top