Berpirsekî PDKê: Rojane li Kifrî bi dehan malbat ji ber ereban bar dikin
Berpirsekî kurd dibêje, li bajarê Kifrî yê Herêma Kurdistanê rojane bi dehan malbat bar dikin û berê xwe didin deverên din yên Kurdistanê.
Berpirsê karûbarên PDKê li bajarê Kifrî, Sebah Mihemed ji BasNewsê re got, bajarê Kifrî di warê xizmetguzarî û ewlehiyê de hatiye piştguhxistin. Ev jî bûye sebebk ku rojane xelkê bajêr bar bikin û berê xwe bidin deverên din yên Kurdistanê.
Sebah Mihemd her wiha got, mixabin ew bûdceya ku bo Germiyanê hatiye terxankirin, pişka Kifrî nehatiye dayîn û bo cihê din hatiye xerckirin.
Wî berpirsê PDKê li ser rewşa ewlehiya Kifrî jî got, devera Kifrî di warê ewlehiyê de di bin metirsiyê de ye. Hêzên Iraqî li nêzîkî bajêr bicîh bûne û rojane arîşeyan bo xelkê çêdikin. Li aliyekî din çekdarên DAIŞê ji ber lawaziya hêzên ewlehiyê firsenda çalakiyan dibînin, ev jî xelkê ditirsîne. Ji ber wê jî xelk neçar dimîne bar bike û berê xwe bide Hewlêr û Silêmanî û cihên din.
Bi gotina wî berpirsê kurd, heta niha zêdetirî 1200 malbatan bar kirine û li şûna wan jî ereb bicîh bûne. Hêsankarî jî bo malbatên ereb tê kirin. Xanî li ser wan tê tapokirin û destûra çandiniyê didin wan û bi hêsanî bicîh dibin.
Berpirsê PDKê li Kifrî behsa hebûna PKKê jî kir û got, çekdarên PKKê jî li deverê hene û di nav xelkê de jî xebat dikin û hewla bihêzkirina pêgeha xwe didin. Baregehên wan yên serbazî jî li deverê hene. Niha kêmtir tên dîtin lê rojane bacê ji xelkê distînin û nan û pêxwarinê ji nav gundan kom dikin.
Basnews
